Tîrmeh 08, 2025 13:47 Asia/Tehran
  • Kemîna Hêzên Berxwedanê ser rêya leşkerên Siyonîst

Komek ji leşkerên Rejîma Siyonîst li bakûrê Xezzê ketine kemîna hêzên Berxwedanê û hejmarek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin.

Di encama kemîna lihevalîyayî ya hêzên Berxwedana Îslamî ya Filistînê li navçeya Beyt Hanûnê de 6 leşkerên Rejîma Siyonîst hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Medyayên ibrî ragihandin leşkerên artêşa Rejîmê şewitîne û pirtîpirtî bûne û artêşa Rejîma Sîyonîst di bûyera dijwar a li bakûrê Xezzê de tûşî gelek xisarên giran bûye.

Wan medyayan ev operesiyona,  bûyera herî xeternak a leşkerî ya ji dema destpêbûna şerrê di 7`ê Cotmeha 2023`an de wesif kirin û basa giranî û alozbûna wê kirin.

Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî piştî wergirtina raporên lezgîn li ser bûyera ewlehiyê ya li bakûrê Zîvala Xezzê, hevdîtina xwe ya bi Wîtkaf, nûnerê serokomarê Amerîkayê re nivîşkan hîşt.

Serepeyv