Ji destpêka şerrê li Zîvala Xezzê ve 57 hezar û 575 kes şehîd bûne
Tîrmeh 08, 2025 14:47 Asia/Tehran
Di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê di 24 saetên buhurî de 52 kes şehîd bûne û zêde ji 262 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezzê bi diyarkirina dilnîgeraniya xwe ya li ser dijwariyên alîkarîgîhandinê, ragihand ku hîna hejmarek gorî di bin kelefeyan de yan li kolanan mane. 14 hezar filistînî jî bêserûşûn bûne. Hejmarek ji şehîdan ku para zêde ya wan jin û zarok in di navendên belavkirina alîkariyan de bûne. Di eynî demê de wezareta tendirustiyê ya Xezzê ragihand hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê rabûye 57 hezar û 575 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 136 hezar û 879 kesan.