Hemas: Bila pêngaveke piratîkî ji bo sekinandina cinayetên Rejîma Siyonîst bê rakirin
Hemasê daxwaza karekî bibandor ji bo sekinandina cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst kir.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê di daxuyaniyekî de pêgîrî kir: Kuştina rojane u berdewam a xelkê li gişt Zîvala Xezzê di encama êrişên hewayî yên artêşa dagirkir ser taxên xelktêde, konên awareyan, navendên bicihkirinê û cihê belavkirina alîkariyên mirovdostane da, pêgîriyek li ser dewama şerrê ji bo qirrkirinê ye ku hikûmeta cinayetkar a Netaniyahu pêk tîne. Em ji welatên Ereb û Îslamî herwiha NY û saziyên ser bi wê ve dixwezin ku dev ji wê helwêsta xwe ya tenê şermezarkirinê berdin û karekî bibandor ji bo sekinandina cinayetên rêkxistinkirî yên cengê ku rejîma terorîst a dagirkir ji 21 mehan berî nika ve heta îro dijî sivîlên bêsûc, ji kuştina xelkê û birçîhîştinê bigire heta jinavbirina binesazîyên girîng pêk tîne, bikin.