Cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê berdewam dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i355194-cinayetên_rejîma_siyonîst_li_xezzeyê_berdewam_dikin
Di êrîşên artêşa Rejîma Siyonîst ên ser Xezzeyê de, di 24 saetên dawî de herî kêm 101 kes şehîd bûne.
(last modified 2025-07-04T11:38:46+00:00 )
Tîrmeh 04, 2025 13:54 Asia/Tehran
  • Cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê berdewam dikin

Di êrîşên artêşa Rejîma Siyonîst ên ser Xezzeyê de, di 24 saetên dawî de herî kêm 101 kes şehîd bûne.

Çavkaniyên nexweşxaneyê li Filistînê ragihandin: 51 ji van şehîdan ew kes bûn ku li benda wergirtina alîkariyên mirovî bûn Di êrîşa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser kampa penaberan a li Xan Yûnisê de xortekî filistînî û jinek hatin kuştin û li kampa penaberan a li El Birîcê jî sê kesên din şehîd bûn. Karbidestên Nexweşxaneya El Eqsayê diyar kirin ku karûbarên 23 nexweşxaneyan bi temamî hatine rawestandin. Berxwedana Filistînê li hember cinayetên rejîma siyonîst, basa operasyoneke hevbeş a serkeftî li Xan Yûnisê li dijî dagirkeran kir. Tê gotin ku hêzên Berxwedanê bi roketan êrîşî kombûna leşkerên siyonîst kirine.