Hejmara şehîdên Xezzê jorda çû
Wezareta tendirustiya Filistînê basa jordaçûna hejmara şehîdên ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê kir û ragihand ku ji dema destpêbûna êrişa vê rejîmê di 7`ê Cotmeha 2023`an de heta nika 55 hezar û 207 welatiyên filistînî şehîd bûne.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê, di amara xwe ya herî nû de ragihand: Di 24 saetên buhurî de 103 kesên din di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser vê navçê de şehîd bûne û 427 kesên din jî birîndar bûne. Wezareta tendirustiya Filistînê herwiha ragihand ku di dema hewldana ji bo bidestxistina alîkariyên mirovdostane de ji sibeha îro ve 21 filistînî şehîd bûne û 294 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî vê raporê hejmara kesên ku dema bidestxistina alîkariyên mirovdostane şehîd bûne bi giştî gihîştiye 245 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 2 hezar û 152 kesî.