Dewama cinayetên artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzeyê
Çavkaniyên Pizîşkî yên Filistînê ragihandin ku di encama êrişên îro yên dagirkeran de zêdetirî 57 filistînî şehîd bûn.
Çavkaniyên Pizîşkî yên Xezzeyê ragihandin ku awareyên filistînî ku ji bo wergirtina alîkariyên mirovî çûne navendên parvekirina alîkarîyan li herêma Netsarimê, careke din ketin ber bombeyên Rejîma Siyonîst, ku di enama wan êrişa de herî kêm 32 kes şehîd bûne û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Di encama êrişên artêşa Rejma Siyonît ser zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 55 hezar û 104 kes şehîd bûne.
Ji ber ku hejmara şehîd û birîndaran her ku diçe zêde dibe, nexweşxaneyên li Xezzeyê di pratîkê de xizmetguzariyên xwe rawestandine.
Rêvebirê Nexweşxaneya Şifayê, derbarê rewşa xirab a vê nexweşxaneyê de hişyarî da û ji civaka navneteweyî daxwaza alîkariya bilez kir û got ku ev navenda pizîşkî bilez hewceyê 7 hezar yekîneyên xwînê ye.
Di encama Piştî êrişa berfireh a leşkerên siyonîst ser rexê rojavaya çemê Urdinê du welatiyên filistînî û yek ji rêberên tevgera Cîhada Îslamî li bajarokê Temûnê rastî êrişeke terorîstî hatin û şehîd bûn. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) daxuyaniyek weşand û ev êrişa terorîstî şermezar kir.