Hezîran 10, 2025 14:40 Asia/Tehran

Birçîtiya giran û qeyrana mirovî û têkçûna binesazî yên tendirustî û dermankirinê li Zîvala Xezzê di encama cinayetên Rejîma Siyonîst bûye hokar ku Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê ragihîne ku nexweşxaneya El Emelê li bajarê Xan Yûnisê hat girêdan.

Têdros Adhanom, serokê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê ragihand: Nexweşxaneya El Emel a li Xezzê ji ber giranbûna êrişan, di piratîkê de nikare xizmetan raber bike. Rêyên ber bi nexweşxaneyê hatine girtin û pêşiya wergirtina nexweşên nû hatiye girtin û eva bûye sedem gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Rayedarekî Civata Alîakriya Pizişkî ya li Xezzê jî got: Navendên alîkarîgîhandinê veguherîne telikên kuştinê. Xwerinên ku li navendên alîkarîgîûhandinê belav dibin pirr kêm in û têrê nakin. Xelk ji ber birçîtiyê li  kolanan dikevin. Hêzên dagirker rasterast kadroya dermankirinê li Zîvala Xezzê dikin hedef. Bi awayekî taybet naveçeyên navendî yên Zîvala Xezzê, cihê kombûna awareyan û navendên belavkirina alîkariyên mirovdostane dibin hedef. Xela, jinavçûna binavahiyên tendirustiyê û dewama êrişên hewayî û bejahî, navçê ber bi karesateka tam ve birine.

Serepeyv