Hejmara şehîdên êrişên ser Xezzeyê rabû 54 hezar û 927 kesan
Hezîran 09, 2025 12:54 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di berdewamiya cinayetên siyonîstan da li zîvala Xezzeyê, 47 kesên din li vê herêmê şehîd û 388 kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên vê herêmê di encama berdewamiya êriş û cinayetên siyonîstan de rabû 54 hezar û 927 kesan.
Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser welatiyên filistînî li kampa Nuseyratê da li navenda Xezzeyê jî sê kes şehîd û neh kes jî birîndar bûne.
Di heman demê de, çavkaniyên nûçeyan derbarê pevçûnên giran li rojhilatê bajarê Xezzeyê di navbera têkoşerên berxwedanê û leşkerên siyonîst de agahî dan.