Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê
Hezîran 08, 2025 13:38 Asia/Tehran
Di 24 saetên buhurî de 108 filistînî di encama êrişên Rejîma Siyonîst de şehîd bûn.
Wezareta tendirustiya Filistînê ragihand di navendên belavkirina alîkariyan jî 5 kes şehîd û zêde ji 123 kes birîndar bûne. Heta nika 115 kes li navendên belavkirina alîkariyan şehîd bûne û zêde ji 1110 kes jî birîndar bûne. Hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve gihîştiye 54 hezar û 880 kesî. Hîn hejmarek ji goriyan di bin kelefeyan de mane.