Di encama cinayeta nû ya dagirkeran li Xan Yûnisê 12 kes şehîd bûn û zêdetirî 40 kes jî birîndaran bûne
Di encama êrişa nû ya asmanî ya Rejîma Siyonîst ser konên penaberan li başûrê zîvala Xezzeyê de herî kêm 12 filistîniyên din şehîd bûn û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.
Medyaya Filistînî ragihand ku vê sibê 17 kes di encama topbaran û gulebarana Îsraîlê li parêzgehên Xan Yûnis û Refehê şehîd bûn.
Di encama destdirêjiya Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê di roja yekem a Cejna Qurbanê de 33 kes şehîd bûn.
Di heman demê de, artêşa Rejîma Siyonîst derbarê birîndarbûna yek ji leşkerên xwe li taxa Şuca'iye ya Xezzeyê agahî da û li xwe mukir hat ku di pevçûnên dawî yên li Xezzeyê de 4 leşker hatine kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûne.Ji aliyê din ve, raportorê Taybet ê Parêzvanên Mafên Mirovan ê NY yî tekez kir ku Saziya Mirovheziyê ya li Xezzeyê bi piştgiriya Îsraîlê hewl dide ku zarokan birçî bihêle. Wî her wiha got: Binyata Xezzeyê bi piştgiriya Îsraîlê hewl dide ku zarokan birçî bihêle.Tedros Adhanom, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî got:Sîstema tenduristiyê li Xezzeyê di halê hilweşyanê ye û Komavahiya pizîşkî ya Nasir û Nexweşxaneya El Emel di xetera girtinê de ne.Girtina van her du nexweşxaneyan li zîvala Xezzeyê dê encamên xirab jibo nexweşan hebe. Wî got ku wêrankirina berdewam û sîstematîk a nexweşxaneyên Xezzeyê demek dirêj e ku berdewam dike û divê demlidest were rawestandin.