Dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê
Hevdem li gel Cejna Qurbanê, Zîvala Xezzeyê careke din bû qada êrişên giran û kujer ên artêşa Rejîma Siyonîst.
Artêşa dagirker bi bombebarankirina berfireh a taxa El Qerareyê li bakur-rojhilatê Xan Yûnisê, xanîyên xelkê bi tevahî wêran kirin. Ehmed Qelce,rojnamevanê filistînî jî ji ber êrişa ser konê rojnamevanan li Nexweşxaneya Mumedanî şehîd bû. Hêzên Berxwedanê yên li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê jî derbeyek kujer li leşkerên rejîmê xistin.
Piştî piştrastkirina mirina 5 leşkerên siyonîst û birîndarbûna 12 leşkerên din li Xezzeyê, çavkaniyên Rejîma Siyonîst derbarê operasyonên din ên Berxwedanê dijî leşkerên siyonîst agahî dan. Çavkaniyên medyayê jî derbarê êrişeke hewayî ya mezin a artêşa Rejîma Siyonîst ser taxên başûrê Beyrûtê agahî dan. Artêşa Rejîma Siyonîst her wiha fermana valakirina bi lez a gelek deverên li taxên başûrê Beyrûtê bona bombebarankirina wan daye.