Hezîran 03, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên ser Xezzê

Artêşa Rejîma di roja 76`an a ji nûve destpêkirina êrişên xwe ser Zîvala Xezzê, navçeyên din da ber bombeyan.

Çavkaniyên pizişkî yên filistînî basa şehîdbûna bi dehan filistîniyan û birîndarbûna zêde ji 200 kesan di encama gulleavêtina leşkerên Siyonîst ser sivîlan li cihê belavkirina alîkariyên mirovdostane li Zîvala Xezzê kirin. Hevgavê viya di encama bombebarana xîwetên awareyên filistînî li navenda Zîvala Xezzê de 3 filistînî şehîd bûn. Artêşa Rejîma Siyonîst jî sibeha îro ji xwe mukur hat ku 3 leşkerên îsraîlî bi destê şervanên filistînî li Cibaliyayê hatine kuştin. 

Ji dema destpêbûna şerrê Rejîma Siyonîst dijî Xezzê li 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika hejmara şehîdên ji ber van êrişan gihîştiye 54 hezar û 510 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 124 hezar û 901 kesan. Hîna nêzî 14 hezar filistînî li Zîvala Xezzê bêserûşûn in û di bin kelefeyan de mane.

Serepeyv