Êrişên komên berxwedanê ser leşkerên siyonîst li Xezzeyê
Hezîran 02, 2025 13:31 Asia/Tehran
Komên berxwedana filistînî derbarê pêkanîna çend operasyonan dijî leşkerên siyonîst li Xezzeyê agahî dan.
Ebû Xalid, berdevkê Hêzên Şehîd El-Qasim, ragihand: Me yek ji buldozerên dijminê siyonîst li rojhilatê navçeya"El-Qerare li bakurê Xan Yûnisê bi bombeyeke întiharî teqand û ev teqîn bû sedema buldozer wergere û ji kar bikeve.
Tabûrên Seraya El-Quds ragihand ku di operasyoneke hevbeş de tev tabûrên Şuheda El-Eqsa û Tabûrên El-Amûdî me cihê kombûna hêzên artêşa siyonîst û alavên wan ên leşkerî li navçeya El-Zabita li rojhilatê Xan Yûnisê bi rokêtan dan ber êrişan.
Vê dawiyê jî Seraya El-Quds kariye ku komeke leşkerî ya siyonîst ku li malekê li Xan Yûnisê penah girtibûn bide ber êrişan.