Pêhişyariya li ser belavbûna nexweşiyên giran li Xezzê
Hezîran 01, 2025 19:15 Asia/Tehran
Serêvebirê wezareta tendirustiya Xezzê li ser belavbûna nexweşiyên kujer li Xezzê ji ber nebûna derzî û derman pêhişyarî da.
Munîr El Bereş got: Dagirkir mêkanîsma belavkirina alîkariyan veguherîne telikên mirin û awaretiya bi darê zorê li Xezzê. El Berş pêgîrî kir: Nexweşxane bi kêmasiyên giran ên derman û alavên tenduristiyê re rû bi rû ne. Em hişyariyê didin ji ber nehiştina derbasbûna derman û derziyan û belavbûna îshal û menejîtê wê nexweşî derkevin. Sedî 90`ê xelkê ji ber bêewlehîtiya di warê avê de aciz in. El Bereş herwiha got: Em nifret û hêrsbûna xwe ji ber bêdengiya navnetewî ya li hember kuştina xelkê birçî radigihînin.