Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzê
Êrişên hewayî û topxaneyî yên artêşa Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Xezzê hîna didomin.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihandiye ku di roja derbasbûyî de 37 filistînî di encama êrişên dagirkiran de şehîd bûne û 136 kes jî birîndar bûne. Selah Ebdualatî, serokê Navenda Filistînî ya Mafên Mirovan gotiye: Dagirkir jînûsayda xwe ya pilankirî dijî xelkê Xezzê didomînin û bi derbasbûna zêde ji 600 rojan ji vî şerrî sedî 20`ê xelkê vê navçeyê şehîd yan birîndar kirine û yên din di rewşeka bikaresat da hîştine ta ji wir herin. Wezareta tendirustiya Filistînê ragihand ku ji dema destpêbûna van êrişan di 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika 54 hezar û 418 welatiyên filistînî şehîd bûne û bi hezaran kesên din jî li Zîvala Xezzê bêserûşûn bûne û di bin kelefeyan de mane.