May 23, 2025 18:48 Asia/Tehran
  • Zêde ji 50 şehîd û bê ser û şûn bûyî di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser malekê li Cebaliyayê

Rêxistina Berevaniya Sivîl a Xezzeyê îro ragihand ku di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser maleke sivîlan li herêma Cebeliya li bakurê Xezzeyê zêdetirî 50 filistînî şehîd an bê ser û şûn bûn.

Berevaniya Sivîl a Xezzeyê ragihand ku wan kariye cenazeyên çar şehîdan ji malekê ku  şeva buhurî  ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve ketibû ber êrişan, derxîne û şeşên kesên din jî  rizgar bike û tê texmînkirin ku hejmara kesên di bin kavilan de mane, nêzîkî 50 kesî be.

Ji aliyê din ve, medyaya filistînî ragihand ku cenazeyên 11 welatiyan ji nav kaviliyên  xaniyekî malbata El-Dexme li navçeya Ebesanê a li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê hatine derxistin.

Li gorî raporeke din, di dewama êrişên bênavber ên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de, çavkaniyên herêmî ragihandin ku herî kêm 4 kes li deverên rojhilatê Dêr Belehê hatine şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Serepeyv