May 11, 2025 14:52 Asia/Tehran
  • Jordeçûna hejmara şehîd û birîndarên Xezzê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa balafirên şer ên Rejîma Siyonîst ser avahiya Zanîngeha Îslamî li başûrê rojhilatê Xan Yûnisê agahî dan.

Çavkaniyên filistînî her wiha derbarê êrişên Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser kampeke awareyan li rojavayê Xan Yûnisê agahî dan ku di encamê de çar kes, ku du ji wan zarok bûn, şehîd bûn  û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de li Xezzeyê 19 kes hatine şehîdkirin û 81 kes jî birîndar bûne. Navendên Mafên Mirovan her wiha ragihandin ku hefteya buhurî 14 kal û pîrên filistînî ji ber birçîbûnê, kêmbûna xwarekê û nebûna lênêrîna bijîşkî ji ber dorpêçê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser Xezzeyê gihîştiye 52 hezar û 829 kesan.

Serepeyv