May 10, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Zîvala Xezzê sê mehan di bin dorpêça tam de / sedî 70ê gel aware bûne

Nivîsgeha Alîkariya Mirovî ya NY bal kişand ser rewşa mirovî ya nalebar a li Xezzeyê ji ber dorpêça tam a wê di sê mehên bouhurî de, xwest ku ev rewş bi dawî bibe û alîkariyên mirovî derbasî vê navçeyê bibin.

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya NY tekez kir: Zîvala  Xezeyê ji bo sêyemîn meha li pey hev di bin dorpêçeke tam û tekûz de ye û sedî 70`ê xelkê Xezeyê li deverên operasyonên leşkerî de ne yan ku fermana valakirina deverên wan û awarekirinê ji wan hatiye dayîn an jî rastî her du kêşeyan ve hatine.

Vê nivîsgehê ragehand: Pirsgirêk û êşa gelê Xezzeyê pir berfireh e û nayê baskirin. Xelk ji bo peydakirina xwarinê jiyana xwe dixin xeterê.

Nivîsgeha  Karûbarên mirovî ya NY her wiha destnîşan kir ku dorpêça ser Xezzeyê divê demlidest were rakirin da ku bikaribin alîkariyan bişînin vê navçeyê.

 

Serepeyv