May 10, 2025 17:00 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara şehîd û birîndarên filistînî li Xezzê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên art êşa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê gihîştiye 52 hezar û 810 kesan.

Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023`an ve heta niha di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst  ser Xezzeyê de 52 hezar û 810 kes hatine şehîdkirin û 119 hezar û 473 kes jî birîndar bûne.

Di 24 sietên borî de, cenazeyên 23 şehîdên filistînî jî bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhestin. Her wiha, di vê heyamê de 124 kes jî birîndar bûne.

Ji 18`ê Adara 2025`an ve, di encama pêla nû ya êrişên ser Xezzeyê de, 2 hezar û 701 kes şehîd bûne û 7 hezar û 432 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku neh leşkerên vê rejîmê li Xezzeyê birîndar bûne.

Di nav birîndaran de du efserên artêşa rejîmê yên bi dereceya serhengiyê tên dîtin.

Serepeyv