May 06, 2025 16:18 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzê

Wezareta yendirustiya Xezzê basa şehîd û birîndarbûna 190 filistîniyan di 24 saetên buhurî da kir.

Vê wezaretxaneyî herwiha pêgîrî kir hejmarek ji goriyan di bin kelefeyan û li kolanan de mane û tîmên alîkarîgîhandin û agirtemirandinê nikarin xwe bigihînin wan.  Wezareta tendirustiya Xezzê di dewamê de ragihand, ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heya nika hejmara gişt şehîdên vî şerrî gihîştiye 52 hezar û 615 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 118 hezar û 752 kesî. Tevî derbasbûna çen mehan ji destpêbûna şerrê dijî Zîvala Xezzê, Rejîma Siyonîst hîna jî êrişên xwe yên hemû rojê didomîne, êrişên ku bi giştî sivîlan bi taybet jin û zarokan dike hedef.

Serepeyv