May 04, 2025 18:15 Asia/Tehran
  • Xezze ji ber birçîtiyê buye dûjehê

Êrişên bêrawestan ên artêşa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê di rewşekî da cih tên ku rewşa mirovî ya li Xezzê ji ber dorpêça bêmînak û kêmbûna zav a xwerinê, bikaresat hatiye ragihandin.

Xezzê piştî zêde ji 60 rojan dorpêça bi tevahî, girtina pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovdostane û girêdayîbûna derbasgehan, rastî têkçûna xizmetên tendirustî û jiyanê ve hatiye. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihandiye eger karên lezgîn ji bo sekinandina karesata li vê navçê cih neyên dewama van siyasetan wê bibin sedema mirina bi hezaran kesî bi taybet, zarok, nexweş, kal û pîr û jinên pêgiran. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê jî hişyarî da ku rêgirtina ji derbasbûna ardûyê bo nexweşxaneyan  ji aliyê Rêjîma Siyonîst ve dê metirsiya girêdana wan nexweşxaneyan bi dû xwe ve bîne. Şeiwan Cebarîn, birêvebirê Saziya El Heq a Filistînê jî ragihandiye girtina pêşiya derbasbûna xwerin û alavên pizişkî û ardûyê, êş û elemên xelkê Xezzê zêde kirine. Xelkê vê ZÎvalê di rewşeka bikaresat da ne. Birçîtî zav e. Birêvebirê Saziya El Heqê ji civata cîhanî xwest bona vekirina derbasgehan, pêkanîna korîdorên ewleh û sekinandina jînûsayda di 18 mehan de li Xezzê zextê bidine ser Rejîma Siyonîst û bi vî awayî berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî cih bînin. Cebarîn bêdengiya li hember van cinayetan biserşorî û şermek ji bo mirovantiyê da zanîn.

Serepeyv