May 04, 2025 16:30 Asia/Tehran
  • Ebû Ubeyde: Silav li Yemenê ku teslîm nabe

Berdevkê Tabûrên Qesam bi sipasiya ji karên Yemenê bona piştgîriya ji gelê Filistînê pêgîrî kir ku Yemen operasiyonên xwe dijî dijminê Siyonîst giran dike.

Ebû Ubeyde got: Yemen welatek e ku li hember hêzên herî  zalim berdewam sekiniye û teslîmbûn û şikestinê qebûl nake. Êrişa Yemenê ser Rejîma Siyonîst hemû sîstemên pêşketî yên cîhanê derbas kir û bi awayekî rast li armancên wê xist. Em ji we ne û hûn ji me. Gotinên Ebû Ubeyde piştî wê hatin weşandin ku artêşa Yemenê di vî warî de daxuyaniyek weşandina.

Yehya Serî, Berdevkê artêşa Yemenê :
Wek bersiva li dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê, mûşekeka Balistîk a haypêrsonîk ber bi balafirgeha Bên Goryonê li navçeya dagîrkirî ya Yafayê ve, hate avêtin ku bû sedema sekinandina çalakiyên balafirgehê ji bo zêde ji saetekê. Sîstimên berevaniya hewayî ya Îsraîlê û Amerîkayê nekarîn vê mûşekê bişopînin û zêde ji sê mîlyon kes ji xelkê Rejîma Siyonîst revîne weşartgehan.

Serepeyv