Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê, bi ragehandina amarên jînosayda Rejîma Siyonîst dijî xelkê sivîl li Zîvala Xezzeyê tekez kir: Di encama êrişên Rejîma Siyonîst de rojê 90 filistînî şehîd dibin û 207 kesên din jî birîndar dibin.
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê ragihand: Ji destpêka şerê jînosaydê yê rejîma Siyonîst dijî sivîlên filistînî li Zîvala Xezzeyê, termên nêzîkî 90 şehîdan ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin ku 32 ji wan zarok in. Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê ragihand ku di encama êrişên rejîma dagirker ser Xezzeyê de rojê 22 jinên filistînî şehîd dibin û 20 jinên din jî bêserûşûn dibin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê her wiha ragihand ku ji destpêka qonaxa nû ya êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di 18`ê Adara 2025`an de, 2 hezar û 111 kes şehîd bûne û 5 hezar û 483 kes jî birîndar bûne. Bi lêzêdekirina van şehîdan, ji 7`ê Cotmeha 2023`an vir ve li Xezeyê hejmara şehîdan gihîştiye 51 hezar û 495 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 117 hezar û 524 kesan