Dewama cinayetên artêşa terorê û jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzeyê
Di encama berdewambûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de bi giştî hejmara şehîdên vê herêmê ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha rabû 52 hezar û 400 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de 35 kes li vê navçeyê şehîd bûne û 109 kes jî birîndar bûne.
Li gorî vê raporê, bi destpêbûna qonaxa nû ya destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê ji 18ê Adara 2025an ve, 2 hezar û 308 kes şehîd bûne û 5 hezar û 973 kes jî birîndar bûne.
Bi vî awayî, hejmara şehîdên Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve û hevdem ligel destpêbûna Operasyona Bahoza Eqsayê gihîştiye 52 hezar û 400 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 118 hezar û 14an. Ev nûçe di halekê de belav dibe ku heta niha piştî êrişên îro yên artêşa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê 16 welatiyên filistînî şehîd bûne, ku 12 ji wan li navenda Xezzeyê şehîd bûne.