Nîsan 29, 2025 18:39 Asia/Tehran
  • Bombebarana konên awareyan li Xezzê

Tevî derbasbûna çend mehan ji destpêbûna şerrê dijî Zîvala Xezzê, Rejîma Siyonîst hîna jî êrişên xwe yên her roj didomînin; Êrişên ku bi giştî sivîlan û bi taybet jin û zarok kirine hedef.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst îro konên awareyên filistînî li navçeya Êqlîmî li Xan Yûnisê dan ber bombeyan ku di encamê de 4 kes şehîd bûn û zêde ji 30 kesan jî birîndar bûn. Di 24 saetên buhurî de meytên 51 şehîdan bo nexweşxanê hatine veguhestin. Herwiha di vê midehê de 113 kes jî birîndar bûne. Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 52 hezar û 365 kesan. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) di daxuyaniyekî de êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên xelktêde û konên awareyên filistînî li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê heqareta li  qanûnên navnetewî, NY û saziyên ser bi wê ve da zanîn.

Serepeyv