Pêhişyariya NY li ser rewşa bikaresat a Xezzê
Berpirseka karûbarên mirovdostane li NY li bara rewşa Xezzê pêhişyarî da.
Olga Chernenko, berdevka Nivîsgeha hevahengiya Karûbarên Mirovdostane ya Neteweyên Yekbûyî li Xezzeyê, hişyarî da ku rewşa însanî ya li vê navçeyê bi lez ber bi xirabûnê ve diçe û berdewamkirina astengkirina derbasbûna alîkariyan, dê bibe sedema karesateka mirovî. Wê herwiha got: Bedxwarin zêde dibe û her çiqas ku girtina dergehan berdewam be, birçîbûn dê zêdetir bibe û nexweşî dê belav bibin. Rayedara Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku rewş ji kontrolê derdikeve û wiha got: Xwarin diqede, çavkanî pir kêm in, birçîbûn jî zêde dibe. Ger derbasgeh neyên vekirin, dê gelek alîkarî berî ku bigihêjin cihê xwe, wê genî bibin û niha, şiyana bi qasê têrê tine ku rewşa xirab a li Xezzê kontrol bike. Berdevka Netewên Yekgirtî herwiha tekezî li ser pêwîstiya vekirina demildest a deriyên sînorî, rawestandina koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên Xezzê û ji nû ve destpêkirina agirbesê kir.
UNRWA û ajansên din ên Neteweyên Yekbûyî li Erdên dagirkirî yên Filistînê ji bo dabînkirina hewcedariyên bingehîn, pêwîst in. Bisînorkirinên neqanûnî yên li ser karê UNRWA`yê û rêxistinên din, rê nadin ku alîkarî bigihîjin kesên hewcedar. Qanûnên ku ji aliyê Parlimana Rejîma Siyonîst ve li dijî UNRWA`yê hatine pejirandin, bandorê li karîna ajansê ya ji bo bicihanîna erkên xwe dike. Fîlîp Lazarînî, serkomîserê UNRWA`yê got: Rejîma Siyonîst ji destpêka şerê li Xezzê ve heta niha zêdetir ji 50 karmendên vê ajansê girtine. Ev hişyarî di demekê de raber dibin ku raporên meydanî nîşan didin ku gelek deverên Xezzê rastî kêmasiyên giran ên xwarin, derman û xizmetguzariyên tenduristiyê ve hatine û rêxistinên alîkariyê yên navdewletî radigihînin ku nikarin alîkariyan bi awayekî bi bandor belav bikin.