Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 52 hezar û 314 kesan
Nîsan 28, 2025 18:07 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser Xezzeyê ji 52 hezar û 314 kesan derbas bû.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de cenazeyên 71 şehîdên din ên filistînî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û di vê heyamê de 153 kes jî birîndar bûne.
Bi vî awayî, hejmara şehîdên êrişên siyonîstan ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha gihîştiye 52 hezar û 314 kesan.
Hejmara kesên ku di êrişên artêşa Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê de ji destpêka şerê li Xezzeyê ve birîndar bûne gihîştiye 117 hezar û 792 kesan.