Nîsan 28, 2025 16:07 Asia/Tehran
  • HAMAS: Bidawîhatina bi tevavî ya şer, şertê azadkirina hemû girtiyên siyonîst e

Yek ji rêberên Hamasê îdiayên Netanyahu derheq wê yekê ku berxwedana Filistînê rêkeftina tam û tekûz ji bo pevguhertina girtiyan red dike û tekez kir ku di berdêla rawestandina tam a şer û vekişynana dagirkeran ji Xezzeyê rêkeftina pevguhertina girtiyan dê were temam kirin.

Mehmûd Merdawî got: Netanyahu dema ku dibêje berxwedana Filistînê rêketina tam û tekûz red dike, mîna ku avê vexwerinê rehet derewan dike. 

Hemasê helwesta xwe ya zelal derheq amadetiya jibo girêdana peymaneke tam ku di encama agirbesê de hemû girtiyên siyonîst  bên berdanê û  hêzên dagirker ji Xezzeyê vekişin, ragehandibû.

Wî tekez kir: Hemasê her tim ragihandiye ku ew amade ye ku ger şer were rawestandin û dagirker ji Xezzeyê derkevin, avakirina Xezzeyê  ji nû ve were destpêkirin û alîkariya derbasî vê zîvalê bibin, hemû girtiyên siyonîst berdêla azadkirina hejmareke diyarkirî ya girtiyên filistînî berde, 

Serepeyv