Şehîdbûna 56 kesên din li Xezzeyê/ Hejmara şehîdan gihîşt 51 hezar û 495 kesan
Nîsan 26, 2025 16:22 Asia/Tehran
Di berdewamiya cinayet û hovîtiyên siyonîstan li zîvala Xezzeyê de 56 filistîniyên din d şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên borî de di encama êrîşên hovane yên siyonîstan ser Xezzeyê de 56 kesên din hatine şehîdkirin û 108 kesên din jî birîndar bûne. Bi van şehîdan ve, hejmara şehîdên filistînî li Xezzeyê gihîştiye 51 hezar û 495 kesan.Ji dema destpêka qonaxa nû ya êrişa ser Xezzeyê di 18ê Adara 2025an de, 2 hezar û 111 kes şehîd bûne û 5 hezar û 483 kes jî birîndar bûne.Di roja çilemîn a ji nû ve destpêkirina êrişên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de, balafirên şer ên rejîmê îro jî bombebaran giran a beşên curbicur ên vê herêmê berdewam kirin.