Av amûra jînosayd û çekeke kujer di destê siyonîstên adgirker de
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê ya li Xezzeyê ragihand ku rejîma dagirker avê wek çeka jînosaydê li dijî 2.4 milyon filistîniyan bi kar tîne.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hikûmetê li Xezzeyê di raportekê de ragihand ku rêjîma dagîrker cinayeta rêxistinkirî yên bi qest di warê bêparkirina xelkê Xezzeyê ji avê berdewam dike û avê wek amûra qirkirinê û çekek bo kuştina hêdî hêdî bikar tîne.
Li gorî vê raporê, artêşa dagirker bi qestî du xetên avê li rojhilatê bajarê Xezzeyê û parêzgeha navendî ji kar xistine û her wiha xeta cereyanê ya navenda palavtina avê li devera Dêr El-Belehê rawestand ku ev yek bû sedema rawestandina tam a çalakiyên wê navendê jibo dabînkirina ava vexwarinê.
Zêdeyî sedî 90ê binesaziya av û şêlavê li Zîvala Xezzeyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye xerakirin û karkerên beşa av û şêlavê jî dema ku erkên xwe yên însanî dikirin ketine ber êrişan.