UNICEF: Ji 2yê Adarê va ti alîkarî derbasî Xezzeyê nebûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354121-unicef_ji_2yê_adarê_va_ti_alîkarî_derbasî_xezzeyê_nebûye
Sindoqa Zarokan a NY (UNISEF) ragihand ku ji 2yê Adarê ti alîkarî derbasî Xezzeyê nebûye û ji ber vê yekê xwarek, av û alavên pizişkî kêm bûne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 06, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • UNICEF: Ji 2yê Adarê va ti alîkarî derbasî Xezzeyê nebûye

Sindoqa Zarokan a NY (UNISEF) ragihand ku ji 2yê Adarê ti alîkarî derbasî Xezzeyê nebûye û ji ber vê yekê xwarek, av û alavên pizişkî kêm bûne.

UNICEFê herwiha pêgirî kir ku ev ihtimala heye ku asta navîn a bedxworakîyê û nexweşîyên pêgir zêdetir bibin sedema mirina zarokan. 

UNICEFê herwiha pêgirî kir ku dorpêça ser Zîvala Xezzeyê da hatîye sepandin û girtina pêşîya derbaskirina alîkarîyên mirovdostane bo vê navçeyê yê bibin sedema dûhatên bikaresat ji bo milyonek zarokên vê navçeyê.

UNICEFê bal kişand ser vîya ku rê nayê dayîn bi hezaran paketên alîkarîyê yên ser sînor hatine komkirin derbasî Zîvala Xezzeyê bibin, divê demlidest rê were dayîn.UNISEFê di vî warî da herwiha ragihand: Xwarekên tevavker ên zimhêrkirî yên taybet zarok û zêçan li Zîvala Xezzeyê bi dawî bûne û tenê kêmek şîrê hazirî ji bo 400 zarokî maye ku ew jî tenê têra meheke wan dike.