Hemasê mercê azadkirina girtyîên sîyonîst aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i354044-hemasê_mercê_azadkirina_girtyîên_sîyonîst_aşkira_kir
Rêvebirekî Tevgera Hemasê got ku girtîyên sîyonîst ên li Zîvala Xezzeyê dê bi mercê sekinandina jînosayda li vê zîvalê werin berdan.
(last modified 2025-04-01T11:34:27+00:00 )
Nîsan 01, 2025 14:30 Asia/Tehran
  • Hemasê mercê azadkirina girtyîên sîyonîst aşkira kir

Rêvebirekî Tevgera Hemasê got ku girtîyên sîyonîst ên li Zîvala Xezzeyê dê bi mercê sekinandina jînosayda li vê zîvalê werin berdan.

Samî Ebû Zuhrî yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê ragihand: Heke radestkirina êxsîrên israyîlî biba sedema sekinandina êrişan û jînosayda bi destê Netanyahu li Xezzeyê, Hemasê dê bê guman ew kara bikira.

Ebû Zuhrî herwiha pêgirî kir ku Hemas ji her plan û destpêşxerîya ku bibe sedema sekinandina şêrr û kêmkirina êş û rencên gelê Filistînê, pêşwazîyê dike. Lê Hemas ne mamade ye ku mercên Natanyahu ku çekdanîn û koçberkirina filistînîyan ji Xezzeyê digirin ber xwe, qebûl bike.

Wî herwiha got: Serokwezîrê Israyîlê bi xeyala xwe fikir dike ku dikare êxsîrên sîyonîst bêyî sekinandina êrişan bizivirîne, di halekî da ku nexwestîye muzakireyên têkildarî qonaxa duyem a rêekvtinameya agirbesê pêşda bibe.