Adar 31, 2025 16:01 Asia/Tehran
  • Hemas: Bereya Berxwedanê û çeka wê meseleya hebûnê ji bo gelê Filistînê ye

Endamekî pillebilind ê polîtbîroya Tevgera Hemasê pêgirî kir ku Bereya Berxwedanê û çeka wê ji bo gelê di bin dagirbûnê da yê Filistînê, meseleya hebûn û mayînê ye.

Basim Ne`îm endamê pillebilind ê polîtbîroya Tevgera Hemasê got ku ev tevgera pabendê agirbesa di 19ê Çillê da wajokirî ye. Wî herwiha got: Pêşnîyara vê dawîyê ya ya ku Tevgera Hemasê raberî navebeynkaran kirîye, bi armanca derbasbûna ji qeyrana nika ye.

Vî endamê pillebilind ê Tevgera Hemasê herwiha got ku Bereya Berxwedanê û çeka wê meseleya hebûn û mayînê ji bo gelê Filistînê tê hesêb. 

Ji hêla din va, Xelîl Heyye Serokê Polîtbîroya Tevgera Hemasê li Xezzeyê jî pêgirî kir ku çeka di destê Bereya Berxwedanê da xeteke sor e û nabe mijara muzakirê. 

Serepeyv