120 hezar filistînîyan nimêja Cejna Fitrê li mizgevta Eqsayê kirin
Adar 30, 2025 17:00 Asia/Tehran
120 hezar filistînîyan tevî berbendên Rejîma Sîyonîst danîn, nimêja Cejna Fitrê li mizgevta Eqsayê kirin.
Vê sibê bi dehan hezar filistînîyan hewil dan ku ji bo rakirina berbedên ser rêya amadebûna li Mizgevta Eqsayê ku ji hêla Rejîma Sîyonîst va hatibûn danîn, bera xwe dan Qudsa dagirbûyî û tevî hemî berbendan, 120 hezar filistînî di nimêja Cejna Fitrê da ku vê sibê li mizgevta Eqsayê hat lidaxistin da beşdar bûn.
Berî vîya Tevgera Hemasê di daxûyanîyekê da bang li filistînîyan kiribû ku ber bi mizgevta Eqsayê va herin û bilî `êtikafa li vê mizgevtê hibmer dagirkeran û bajaroknişînên sîyonîst rawestin.