Adar 22, 2025 17:15 Asia/Tehran
  • Civîna endamên Konseya Ewlehiyê li ser Filistînê

Konseya Ewlehiyê ya NY civîna xwe ya aşkera ya dewrê li ser rewşa navçeya rojavayê Asyayê ji wan pirsgirêka Filistînê, li dar xist.

Di vê civînê de endamên Konseya Ewlehiyê êrişa li ser sivîlan û malên wan û bikaranîna wan weke mertalên zindî şermezar kirin û daxwaz ji dagirkerên Israîlî kirin ku pabendî qanûnên navdewletî bin. Konseya Ewlehiyê herwiha rawestandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzê şermezar kir û tekezî li ser giringiya vegerandina alîkariyan, pêkanîna agirbeseke hertimî û herdemî û bihêzkirina hewlên ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî kir. Konseya Ewlehiyê tevî pêgirîya li ser dijberîya xwe li hember berdewamîya berfirehkirina domdar a  bajarokên siyonîstnişîn li Perrava Rojav, ragihand ku ev kiryar wek binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.

Serepeyv