Hamas: Emê derbarê çekên berxwedanê sazişê nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353828-hamas_emê_derbarê_çekên_berxwedanê_sazişê_nakin
Yek ji rêberên Hamasê tekez kir ku ev tevger tu carî derbarê çekên berxwedanê sazişê nake.
(last modified 2025-03-17T11:44:53+00:00 )
Adar 17, 2025 15:12 Asia/Tehran
  • Hamas: Emê derbarê çekên berxwedanê sazişê nakin

Yek ji rêberên Hamasê tekez kir ku ev tevger tu carî derbarê çekên berxwedanê sazişê nake.

Mehmûd Merdawî,yek ji rêberên Tevgera Hamasê  ji  El-Cezîreyê re got: Heta ku dagirkerî maye em ê derbarê çekên berxwedanê sazişê nekin.

Vî endamê  rêveberiya Hamasê got: Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu pabendî rêkeftina agirbesê nîne û hemû sozên xwe binpê dike.

Ji destpêka agirbesa li Xezzeyê heta niha rejîma Siyonîst bi caran ev agirbes binpê kiriye.

Agirbesa li Zîvala Xezzeyê di 19ê Çillê ve ket meriyetê û peymana wê ji sê qonaxan pêk tê.