Nimêjkirina 80 hezar kesî li Mizgevta Eqsayê
Bi dehan hezar filistînî îro tevî bisînorkirinên bêmînak ji hêla rejîma dagirker himber filistînîyan, di duyemîn nimêja înîyê ya di meha bibmarek a Remezanê da li Mizgevta Eqsayê amade bûn.
Dayra Ewqafa Islamî li Qudsê ragihand ku di nimêja înîyê ya duyem di meha bibmarek a Remezanê da, 80 hezar filistînî li Mizgevta Eqsayê amade bûn.
Gelê Filistînê di halekî di nimêja înîyê ya duyem da li Mizgevta Eqsayê amade bû ku leşkerên rejîma dagirker a Israyîlê ji çend rojan berê va, ji bo hefteya duyem a bi dû hev, berbendên berfire li Qudsê danîn ji bo ku nehêlin filistînîyên niştecihê rexê rojavaya çemê Urdinê ji bo nimêja înîyê derbasî Mizgevta Eqsayê bibin.
Leşkerên sîyonîst berbanga îro hevgavê meşa gelê Filistînê ji bo nimêjkirina li Mizgevta Eqsayê êrişî vî warê pîroz kirin.