Hemas: Bila ji bo vekirina derîyên sînorî zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst
Berdevkê Tevgera Hemasê bal kişand ser dorpêçkirina giran a Zîvala Xezzeyê ji bo hefteya duyem a bi dû hev kir û xwest ku ji bo vekirina derîyên sînorî zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst.
Ebdulletîf Qanû Berdevkê Tevgera Hemasê pêgirî kir ku filistînîyên Zîvala Xezzeyê ji bo hefteya duyem a bi dû hev pêrgî dorpêça giran bûne û Rejîma Sîyonîst a dagirker nahêle ku xwarek, derman, ardû û tiştên pêwîst ji bo vê herêmê bên derbaskirin û ev kara ``cinayeta birsîhîştinê ya nû`` ye. Wî herwiha got ku di rojên bê da em dê kêmbûn û bidestneketina maddeyên pêwîst û xwarekê li Zîvala Xezzeyê binînin ku êşa niştecihên wê herêmê giran dike.
Berdevkê Tevgera Hemasê ber bi civaka cîhanî pêgirî kir: Heke civaka cîhanî erka xwe himber Zîvala Xezzeyê pêk neyne, niştecîyên wê herêmê yê di meha Remezanê da pêrgî xelayê bibin.
Qanû xwest ku navbeynkar ji bo vekirina derîyên sînorî, şandina alîkarîyên mirovdostane û sekinandina sîyaseta cezakirina komkî himber gelê Filistînê, zorê bidin ser rejîma dagirker a Israyîlê.
Maykêl Fexrî Raporterê Taybet bi Xwarekê yê NY jî got: Bêparhîştina filistînîyan ji alîakrîyên mirovdostane bi destê rejîma Israyîlê ``cinayeta cengê û cinayeta dijî merivantîyê`` tê hesêb.
Wî herwiah got ku divê berpirsên israyîlî ku destê wan di birsîragirtina filistînîyên Zîvala Xezzeyê û cinayetên cengê yên din da heye, bên cezakirin.