NY: Israyîlê li Xezzeyê jînosayd û şîdeta zayendî pêk anîye
Adar 13, 2025 17:28 Asia/Tehran
Anegorî rapora nû ya çavdêr û pisporên NY, Rejîma Sîyonîst di çarçova şerê dijî Xezzeyê da, bilî ku şîdeta cinsî wek ``istiratejîyeke cengê``bi kar anîye, li himber filisdtînîyan dest bi ``qirrkirinê`` kirîye.
Çavdêrên NY îro ragihandin ku Rejîma Sîyonîst bi jinavbirina sîstematîk a navendên pizişkî û dermankirinê yên jinan di dema şerê xwînavînb dijî Xezzeyê da, jînosayd himber filistînyan kirîye û şîdeta zayendî jî wek istiratejîyeke cengê bi kar anîye.
Komsyona Serbixwe ya Lêkolînên Navdewletî ya NY derbara Filistînê da ragihand: Rayedarên Israyîlê bi hin tivdîrên ji bo girtina pêşîya zarokanînê li Zîvala Xezzeyê hewil dane ku imkana zarokanînê ya filistînîyan li Xezzeyê ji nav bibin.