Adar 10, 2025 18:48 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûnên giran di navbera Berxwedan û Rêjîma Siyonîst li Perrava Rojava de

Artêşa Rejîma Siyonîst ku şeva borî û îro êrişên xwe ser bajarên curbicur ên Perrava Rojava zêde kiribûn, rastî berteka tund a hêzên Berxwedana Filistînê ve hatiye.

Medyaya Filistînê ragihand ku artêşa dagirker a siyonîst êrişî navçeya  Res El-Cûre li bajarê El Xelîlê  li Perrava Rojava kir. Her wiha pevçûnên giran li bajarê Nablusê  navbera hêzên Rejîma Siyonîst û Berxwedana Filistînê de qewimîn û hêzên Berxwedanê li nêzî dîwarê rojhilatê derdora navçeya kevin a Nablusê li hemberî leşkerên Rêjîma Siyonîst rawestan.

Qelqîliye yek ji wan  navçeyan bû ku şeva borî û îro  ket ber êrişên artêşa  Rejîma Siyonîst.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Îsraîlê ser zîvala  Xezzeyê gihîştiye 48 hezar û 467 kesan.

Serepeyv