Dijayetiya filistîniyan li hember hebûna hêzên navnetewî li Xezzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353658-dijayetiya_filistîniyan_li_hember_hebûna_hêzên_navnetewî_li_xezzê
Di halekî da ku li Civîna Serokên Ereb li Qahirê, rêçareyeka zelal û di piratîkê de ji bo serêxwegirtina daxwazên xelkê Filistînê nehat raberkirin, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî pêgîrî kir: Rejîma dagirkir li dû serdestiya li ser gişt navçê ye û em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 05, 2025 14:33 Asia/Tehran
  • Dijayetiya filistîniyan li hember hebûna hêzên navnetewî li Xezzê

Di halekî da ku li Civîna Serokên Ereb li Qahirê, rêçareyeka zelal û di piratîkê de ji bo serêxwegirtina daxwazên xelkê Filistînê nehat raberkirin, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî pêgîrî kir: Rejîma dagirkir li dû serdestiya li ser gişt navçê ye û em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin.

Mihemed El Hindî, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî li ser pêşniyara hebûna hêzên navnetewî li Xezzê ragihand: Mafê me ye ku em bipirsin; Gelo hêzên navnetewî wê dijî dagirkiriya siyonîstan karekî bikin yan rola wan wê jiçekirina Berxwedanê li Xezzê be.

Mihemed El Hindî pêgîrî kir: Em hebûna hêzên biyanî û navnetewî li Xezzê red dikin. Ya ku li Civîna Serokên Ereb bi dest ket, baş e, lê eger artêşa terorê van pêşniyaran red bike, wê çi biqewime?