Adar 04, 2025 16:58 Asia/Tehran

Hevgavê girêdana derbasgehên Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, Nivîsgeha hikûmî ya Filistînê li Xezzê pêgîrî kir ku girêdana derbasgeha Kerem Ebû Salim ji aliyê Rejîma Siyonîst, neqanûnî û nemirovî ye û qeyrana mirovî ya li Zîvala Xezzê girantir û qeyrana birçîtiyê ya xelkê vê navçeyê kûrtir dike.

Nivîsgeha hikûmî ya Filistînê li Xezzê ragihandiye 24 hezar nexweş û birîndar li Xezzê hewcetiya wane lezgîn li dermankirina li derveyî vê navçeyê hene. Bikaranîna birçîtiyê wekî alava cengê, binpêkirina  aşkera ya mafên navnetewî yên mirovdostane tê hesêb. Ev rewşa herwiha operasiyona derxistina meytên zêde ji 10 hezar şehîdî ji bin kelefeyan aloz kiriye û bûye sedem ku nexweşxane jî nekaribin xizmetan raber bikin.

Hevgavê viya Samî Ebûzuhrî, yek ji serokên Tevgera Hemasê bi pêgîriya li ser vê yekê ku rejîma dagirkir bi karekî cinayetkarane ya wek dorpêçkirin û birçîhîştina xelkê nikare berdêlê ji filistîniyan biştîne, destnîşan kiriye ku çeka berxwedanê ser  nayê muzakire û danûstandinkirin û girtiyên siyonîst tenê bi hevhatinê wê azad bibin. Wî pêgîrî kiriye ku gefên rejîma dagirkir li ser dorpêçkirin û birçîhîştinê, me natirsîne. Li gorî gotina vî rayedarê Hemasê, Netaniyahu li dû jinavbirina hevhatina agirbesê û kişandina şertûmercan ber bi destpêkirina gotûbêjên nû ye lê em viya qebûl nakin.

Eva di halekî da ye ku serokên welatên Ereb îro careka din ji bo şêwirîna li ser rewşa filistîniyan li Zîvala Xezzê û girtina helwêsteka yekgirtî bona şermezarkirina pilanên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst li bara vê zîvalê, li Mêsrê kom bûn û di daxuyaniyekî da dadaxwaz kirin eger şert û mercji bo birêveçûna hilbijartinê li hemû navçeyên filistînî di yek sala dahatî guncaw be, ev yekê pêk were û herwiha dijî pilana Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê ya koçberkirina xelkê Filistînê ji Zîvala Xezzê derketin.

Serepeyv