Adar 04, 2025 15:19 Asia/Tehran

Şerrê kavilkir ê Rejîma Siyonîst dijî xelkê mezlûm ê Zîvala Xezzê dûhatên pirr zêde li ser xelkê vê navçeyê bi taybet di meha Remezanê de hebûye.

Xelkê Zîvala Xezzê tevî nebûna av û elekterîkê û kêmbûna xwerinê, rewşeka bikaresat da ne û rêzên dirêj li ber nanpêjxane û tankêrên avê de pêk hatine û gelek kesên rojî ji bo dabînkirina avê, gelek zehmetiyan dibînin û gelek kes jî li ber navendên xêrxwaziyê li benda istandina xwerinê ne. Para zêde ya xelkê Xezzê nikarin fitarê dabîn bikin û kêmek fitarê ku hene jî divê di tarîtiyê da be. Artêşa dagirkir di şerrê dijî Xezzê de hezar û 106 mizgevt ji hezar û 244 mizgevtên li Xezzê kavil kirine.

Di dema nimêja eşayê da kolanên Xezzê berovajî berî şêrr ku kêfxweşî di wan de hebû, vala ne ji ber ku xelk nikarin di çend mizgevtên ku mane, nimêja cimaet bikin. Xelkê Xezzê di meha Remezanê de di encama dewama awaretiyê û kêmbûna xwerinê û nebûna av û elekterîkê, li kavilên malan û li konên kevn ên li navendên bicihkirina awareyan li Xezzê dijîn bi vê hêviyê ku meha Remezanê bibe merhemek ji bo êş û elema wan û xema ji destdana hezkirî û malên wan.

Serepeyv