xisareta 5,5 milyon dolarî ya destdirêjiyên dagirkeran ser Cenînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353585-xisareta_5_5_milyon_dolarî_ya_destdirêjiyên_dagirkeran_ser_cenînê
Destdirêjiyên rejîma dagirker ser bajar û kampa Cenînê ku ev 39 roj in berdewam dike bûye sedema şehîdbûna 27 filistîniyan û birîndarbûna bi dehan kesên din û her wiha wêrankirina berfireh a jêrxan û mal û milkên filistîniyan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 28, 2025 15:45 Asia/Tehran
  • xisareta 5,5 milyon dolarî ya destdirêjiyên dagirkeran ser Cenînê

Destdirêjiyên rejîma dagirker ser bajar û kampa Cenînê ku ev 39 roj in berdewam dike bûye sedema şehîdbûna 27 filistîniyan û birîndarbûna bi dehan kesên din û her wiha wêrankirina berfireh a jêrxan û mal û milkên filistîniyan.

Kemal Ebû El-Rûb, Parêzgarê Cenînê ragihand ku li gorî nirxandinan, ziyana gihiştiye bajarê Cenînê nêzîkî 20 milyon şêkil ( yanê nêzîkî 5,5 milyon dolar) bûye.

 Her wiha Saziya Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînê (UNRWA) jî bal kişande ser wê yekê ku Rexê Rojava ji ber şer û pevçûnên dijî Xezzeyê êş û azarên zav kişandiye û dagîrkeran di heyama 5 hefteyên borî de 50 welatiyên filistînî li  vê navçeyê şehîd kirine.