Pêgîriya Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Perrava Rojava li ser dewama operasiyonan
Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Perrava Rojava di daxuyaniyekî da li ser dewama tolhildanê û têkoşîna heta bidawîhatina dagirkiriyê pêgîrî kir.
Baska Tûlkermê ya Tabûrên Izedîn Qesam, pişka leşkerî ya Hemasê di daxuyaniyeka kurt de basa dewama tolhildana ji siyonîstan kir. Odeya hevpar a operasiyona El Qesam li Tûlkermê di vê daxuyaniyê de pêgîrî kir ku hildana tola xwîna şehîdan heta dema ku dagirkir di Erdên Dagirkirî da ne, wê neyê jibîrkirin.
Hevgavê viya çavkaniyên filistînî basa şehîdbûna Emed Ewad, welatiyê filistînî bi destê leşkerên Siyonîst li bajarê Tûlkermê kirin. Ehmed Ewad, welatiyê filistînî ku duh tirombîleka leşkerên dagirkir li Tûlkermê ajotibû ser wî, di encama birînên giran da şehîd bû. Leşkerên Rejîma Siyonîst dema êrişa ser Kempa Tûlkermê, ev kempa kawil kirin.