Sibat 20, 2025 17:32 Asia/Tehran

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hemas, hevdem ligel radestkirina tabûtên çar girtiyên siyonîst ên ku ji aliyê leşkerên siyonîst ve hatibûn kuştin, şert û mercên xwe ji bo azadkirina bi awayeka hevdem a hemû leşkerên girtî yên siyonîst ragihand.

Hemasê di daxuyaniya xwe de ragihand: Tabûrên Qesam û Berxwedanê ji bo parastina canê girtiyan hewl dan, lê êrişên berfireh û hovane yên artêşa Siyonîst nehîştin ku em bikaribin canê wan hemûyan rizgar bikin. Di vê daxuyaniyê de hatiye: Me dixwest ku em van girtiyan bi awayeka zindî radestî we bikin lê fermandeyên artêş û hikûmeta Netaniyahu biryar dan ku wan bikujin. Hema ev fermandeyên ku di encama êrişên hovane yên ser Xezzê de 17 hezar û 881 zarokên filistînî jî kuştin. 

Ebduletîf Qanûi, berdevkê Tevgera Hemasê jî got: Vekişîna tam a leşkerên Rêjîma Siyonîst û agirbesa daîmî, du mijarên qonaxa duyemîn a agirbesê ne û em amade ne ku eger ev du daxwaz pêk werin, bi yekcarî hemû girtiyên dijmin azad bikin û her hewlek ji bo vegerandina wan bi rêya bijardeya leşkerî yan jî berdewamiya cengê, wê bibe sedem ku girtiyên siyonîst zêdetir werin kuştin. 

Ebû Belal, berdevkê Tabûrên Mucahidên Filistînê jî îro Pêncşemiyê bi weşandina daxuyaniyekî ragihand ku ji nû ve destpêkirina şerrê jînûsaydê dijî filistîniyan tê wateya vê yekê ku dê girtiyên zêdetir werin kuştin. Ebû Belal herwiha pêgîrî kir: Netaniyahu û artêşa wî ya regezperest, ji bilî malbata Bîbas, girtiyê siyonîst, zêde ji 50 hezar filistîniyên bêsûc ji wan nêzî 20 hezar zarokan tenê bi armanca gihîştina li berjewendiyên partîtî û kesane herwiha xwedîkirina kabîneya xwe ya terorîst, kuştine.

Serepeyv