Sê şervanên filistînî li bakûra Perrava Rojava şehîd bûn
Sibat 20, 2025 16:10 Asia/Tehran
Medyayên nûçeyan basa şehîdbûna sê endamên Berxwedana Filistînê piştî dorpêçbûna mala wan li başûra Tûbasê li bakûra Perrava Rojava kirin.
Li gorî rapora medyayan şeva Çarşemiyê ev sê ciwanên filistînî piştî ku cihê mayîna wan li kempa El Farieyê li başûrê Tûbasê hat dorpêçkirin, şehîd bûn û di encama wê de pevçûnên giran di navbera şervanên Berxwedana Filistînê û leşkerên artêşa Siyonîst de qewimîn.
Leşkerên Siyonîst herwiha mala ciwanekî ser navê Yûsif Taye li kempa El Farieyê dorpêç kirin ku di encamê de pevçûnên giran ên bi çek derketin û ev mala kete ber bombebarana giran.