Sibat 19, 2025 17:23 Asia/Tehran
  • Ji bo vejîyandin û ji nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê 53 milyar dolar pêwîst e

Koma Banka Cîhanî, NY û Yekitiya Ewropayê di raporekê de ragihandin ku li gorî texmînan ji bo ji9 nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê budçeyek 53 milyar dolarî pêwîst e.

Koma Banka Cîhanî, NY û Yekîtiya Ewropayê di raportekê de ragihandin, ku li gor nirxandina bilez û demkî ya ziyan û pêwîstiyên Zîvala Xezzeyê û Rexê Rojavaya çemê Urdinê, vejîyandin û ji nû ve avakirina zîvala Xezzeyê pêwîstî bi bûdceyeke 53 milyar dolarî heye.

Li gorî vê raporê, hema zirara li  avahiyên fizîkî bi qasî 30 mîlyar dolar tê texmînkirin û beşa  xaniyan ji beşên din zêdetir zirar dîtiye û tê gotin sedî 53 ziyanên pêkhatî di vê beşê de bûye. Di vê raporê de hatiye:Ziyanên berfireh ku li binesaziyên sereke yên wekî tenduristî, av û veguheztinê ketiye zêde ji sedî 15 ziyanan hatiye texmînkirin û xercên bicihanîn û kargêrîyê bi qasî 19 mîlyar dolar hate texmînkirin û beşên tenduristî, perwerde, û ticaretê herî zêde ziyan dîtine.

Serepeyv