Hişyariya derbarê nebûna alavên pizîşkî li nexweşxaneyên Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i353428-hişyariya_derbarê_nebûna_alavên_pizîşkî_li_nexweşxaneyên_xezzeyê
Serokê Nexweşxaneya El-Şîfa ya Xezzeyê derbarê rewşa xirab a nexweşxaneyan ji ber kêmbûna giran a alavên pizîşkî hişyarî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 17, 2025 10:49 Asia/Tehran
  • Hişyariya derbarê nebûna alavên pizîşkî li nexweşxaneyên Xezzeyê

Serokê Nexweşxaneya El-Şîfa ya Xezzeyê derbarê rewşa xirab a nexweşxaneyan ji ber kêmbûna giran a alavên pizîşkî hişyarî da.

Mihemed Ebû Selmiye  got: Dagirkeran  kuştina rasterast a bi balafirên şer û mûşekan  rawestandine, lê ew berdewam kuştina nerasterast  bi rêya girtina pêşiya amûrên pizîşkî bo nexweşxaneyan  li zîvala Xezzeyê bi taybetî bajarê Xezzeyê û bakurê wê, tevî ku ev navçe di protokola mirovî de cih digirin, berdewam dikin.

Wî her wiha got: Piraniya  nexweşên beşên lênihêrîna taybet û zarokên nû ji dayîkbûyî ji ber nebûna amûran  canê xwe ji dest didin.

Ebû Selmiye her wiha got: Sedî 40 nexweşên gurçikan li Xezzeyê ji ber nebûna alavên pizîşkî jiyana xwe ji dest dane.