Sibat 15, 2025 17:04 Asia/Tehran
  • Bersiva tund a Hamasê bo gotinên pûç ên Trump; Mizgevta Eqsayê meqseda me ya sereke ye

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hemasê ragihand ku wêneyên sembolîk ên Qudsê û Mizgevta Eqsayê û beşdarbûna zêde ya xelkê li merasima radestkirina girtiyên dijmin, ji dagirkeran û piştgirên wan re vê peyamê dide ku Quds û El-Eqsa xeta sor a me ye

Tevgera Hamasê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê ti carî koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan ji Xezzeyê qebûl nekin  û tenê veguhestina şêniyên Filistînê bo Qudsê tê qebûlkirin.

 Di dewama vê daxûyaniyê de hatiye ku azadkirina koma şeşem ji girtiyên dijmin tekezî li ser wê yekê dike ku ti rêyek jibo azadiya wan   ji bilî  muzakire û pabendbûna bi sozên rêketina agirbesê tine

Hamasê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: Ey Quds! Em leşkerên te ne. Bibin şahid ku em li ser soza xwe ne  û emê  li qadan bimînin û di rêya azadiyê de bi pêş ve diçin û tu vekişîn û xemsarî nîne

 

Serepeyv